Di derheqê me da

GLADT, komeleke serbixwe ye li Berlînê û bi destê kesên reş û cûre cûre rengan (of Color Lesben) lezbîyen, hemcinshez (gay), bîseksuel, Trans*, İnter* û kuîran (Queer) pêk hatîye.
Em, bi her awayî dijî nijadperestî, cinsîyetî, dijmintîya trans û hemcinshezkirî û dijmintîya kesên seqet û her usa dijî hemû awayên cûdakarîyê, çalak in. Bi taybetî, giranîya karûbarên me, mijara bi piralî cûdakarîyê û enterseksîyonalîte, bi gotinek din, cûdakarîyên ku li ser hev tên/hevûdu dipêçin û veguhastinên cûda yên cûdakarîyê û tecrûbeyên xwe yên taybet.
GLADT û xebata me bi taybetî ji hêla taybetmendiyên jêrîn ve têne diyar kirin: Bihêzkirin (Empowerment), Sîyasî, Helwest, Pişgirî, Bê Alîgîr, Pir zimanî, Kuîr (Queer)

Dîrok

GLADT, îro rêxistineke serbixwe ye, ku ji kuîr ên reş û Queers of Color yên ku xwedî dîroka koçberîyê nin, an jî nîn in, pêk hatîye. Dîroka komelê dûr û dirêj e û di destpêka 1990an da, dest bi guhertinê kirîye û gellek caran li Berlînê, li ser mijara “quîr” û “of Color“, ji nîqaşan ra rê vekirîye an jî nîqaşan bi rêva birye.

Di destpêka sala 1980an da, li pir bajarên Almanyayê, reş û/an jî hîn kesên koçber, bi şexsê xwe, bi komahî û bi hevra girêdayî, li ser femînîzmê, lê belê her usa ji bo wekhewîya lezbîyan û hemcinshezan, paşê jî ji bo Trans* û Inter* mijûl bûbûn.

Di dawîya sala 1990an da, bi navê Türkgay-Gruppe li Berlînê, komikek ava bû û karên xwe pêşta birin, heta ku di sala 2003an da komela GLADT ava bû. Komel, hîn berîya avabûna xwe, di mijara şexsîyeta zayend (cinsî) û her weha nijadperestî û neteweyetî, niqaşan bi rêve bir. Li vê demê, komek hemcinshezên Tirk, di mijara cîhêrengîya navxweyî da, hessas nebûn – jin*, trans* an jî Kurd bûn, tê çi wateyê?- ne dîyar bû. Gelo derîyê vê komikê, -gor gotina wan- bi rastî ji hemû kesan ra “vekirî” bû? Her weha, komela ku hatibû damezirandin, gelo dikaribû li ser mijara olî, bîrûbawerîya xwe aşkera bike? Ev teqeya 11 İlon 2001an û bi vê ra girêdayî, pêçtaçûyîna nijadperestîya dij-îslamî, pêdivîya mijûlbûna gotina “enterseksîyonalîte”yê derdixist holê, berîya ku ev gotin bighîşta Almanya Federal û zankoyên wî. Bi wî awayî, gotina “queer” berê ku derkeve pêşîya kesên din, bi lez derkete pêşîya me.

Her weha GLADT, pir komcivînan û atolyeyan cîbicî kirîye û pêwendî bi torên din ra çêkirîye. Bi wî awayî, li Berlînê bûye aktoreke girîng -jî wî zêdetir-, dijî nijadperestî, dijî dijmintîya homo û trans, cinsî û bi her awayîya cûdakarîyê, helwestên xwe nîşan kirîye. Rola mayîna ne rehetîyê, di navbera îstîsnayên civaka serdest û wek mînak dervehîştina civaka koçber jî, ji me ra bû sedema çavkanîyê. Di sala 2004an da, bi avakirina Dezgeha Banî ya Koçberan li Berlîn -di vê demê da ev yekem rêxistina banî yên koçberan bû-, pêkanîna civîna bi navê “Di nav civata koçberan da homofobî“ (2008), her weha di nav însîyatîfa eyaleta Berlîn da karkirin ji bo alîkarîya cinsî û cûre cûre zayendî, an jî di civîna bi nave ”dijî homofobî, masayê gulover“ yê dezgeha banî a koçberan da, an jî bi projeya “ji bo herkesî, sahneyeke bê cûdayetî“ di sahneya hemcinsî da, ku li kî derê nijadperestî, cinsîyetî û dij-transî û dij-seqetîyê dixebitîn û wê bixebîtîyana. GLADT bi wî awayî, di niqaşên nav civata serdest da, ji bo sahneya kuîr, civata koçber û People of Color bû kanala pêvendîyê.

Têgihîştin ji alîyê reş û People of Color

Ger em li wir û di karên xwe da, li ser “reş”, “sipî”, û “of Color” biaxivin, mabesta me, ne bîyolojîya yek bi yek an jî grubek însan e. Bi awayekî grubek homojen, tu caran ne jîyaye û ev roj jî nîn e. Li gel vê jî, ango wekhevî pêk tê û ew jî ne ji wekhewîya civatê derdikeve holê. Bi wî awayî hîn însan (grub) awantaj bi dest dixin û yên din jî dezawantaj. Ji ber vê yekê, binavkirina însanên “reş,” “spî,” û “People of Color “, ya beşa civakî, sîyasî, hûqûqî (…) beşdarî an jî bidest xistina çavkanîyan bi destê sîstemeke nîjadperest, ne wekhev hatîye parvekirinê û ev jî formên cûdahîya neyekhevîya sosyalî derdixe holê. Ezmûnên kolektîf ên derveyî perwerde, kar, xanî û hîn tiştên girîng ya civakî, rê dide ku ji bo destxistina mafên wekhevî bihev ra tevbigerin.

Têgihîştîna Enterseksîyonalîteyê / Cûdatîya pir alî

Însan, bi pirî caran enterseksîyonalîteyê wek mijareka “akademîk“ û marjînal tê dighên, ku ji Amerîqa an jî ji welatên din hatîye û ketîye nav gotinên Almanî. Ji sala 1980an pê ve, li Almanyayê jî hewldan hatine kirin, da ku nijad, çîn û cins hevûdu fêm bikin -ne ku li rex hev, dijberê vê di nav hêlînek da bi hev ra cîh bigrin. Çalakîyên jinên reş* û jinên* of Color vê helwestê pêşta birin. Ji ber ku sînorkirina “tevgera-yek-nuqte“, li ber çavên wan dihate bi rêvabirin: Kategorîyên sosyalî, tu car bi tena serê xwe encam nadin, dijberê wî her daîm bihev ra. Da ku bikaribin heterojenî û pênasîya piralî ya civatê bi dest bixînin, GLADT, karên şêwirmendîyê û her weha di beşên din da jî gotina “Enterseksîyonalîte“yê bi kar tine.


Ji bo kî, em li wir in?

  • SBT*I*Q (Lesbîyen, Hemcinshez, Bîseksuel, Trans*, Inter*, Kuîr)
  • Mirovên koçber
  • Penaberên ku LSBT*I*Q in
  • Personen of Color û însanên reş
  • Însanen ku, ji ber seqetîya xwe, ji ber temenên xwe, ji ber ola xwe an jî nêrîna xwe ya cîhanê, bi pir caran tûşî cûdakarîyê bûne
  • (Hilbijartin-) endambûna malbatî û hevaltîya koçberan, reş, û/an jî of Color LSBT*I*Q an.
  • Karmendên şareza, multîplîkator (li gel perwerde, tendûrîstî, dijî-cûdakarîyê, karên sosyalê…)

Ziman

Di tîmê me da zimanên cihêreng têne axaftin. Ev tê vê wateyê ku şêwir dikare bi zimanên cihêreng pêk were. Ger hewce be, em dikarin wergêran jî rêxistin bikin. Bi zimanê xwe yê bijartî, li ser navnîşana info@gladt.de ji me re binivîsin û em ê li we vegerin, gelo û çawa şêwirînek bi ziman gengaz e.

Şêwirmendî li “cîgeha lihevdîtinê” (“Treffpunkt“)

Em, di asta çaveke wekhev da kar dikin. Em bi xwe jî wek reşikê LSBT*I*Q an jî LSBT*I*Q of Color in û bi her awayî tûşî cûdakarîyê bûne. Em hewl didin, ku bi pişgirîya şêwirmendîya psîkolojîk, alîkarîya wan kesan bikin yên ku bi ezmûnên cûdakarîyê jîyane û ew bihêz bikin. Em, bi taybetî bi awayê anonîm, bi bawerî û bi veşartî kar dikin. Em hewl didin, ku hûn bikabin bi alîkarîya me, xwe bi xwe alîkar bin. Em deverek pêşkêşe we dikin, ku li wir însan gûh didin we, tê dighên û hûn tê da xwe bi hêz bibînin.

Em, di nav yên din, li ser van mijaran şîretan dikin:

  • Dij-Cûdayetî, Dij-Tûndîtûjî
  • Penaber, koçber
  • Şêwirmendîya trans*- û Inter*
  • Coming Out, Malbat, Ol
  • Tendûrîstî
  • Girêdanî
  • Empowerment (Bihêzkirin)

Piştgirîya me bi alî, bi alîkarî û bi bawermendî ye. Ger pêdiwî hebe, navbertîya bijîşk, terapîst û parêzerên ku ne bi zimanê Almanî, bi gotineke dî, bi pirzimanî diaxifin, dikin. Em bi we ra hevrêtiyê dikin, cîhê ku em bikaribin.
Demjimêrên axaftina ji bo hemû kesan, jimara têlefonê û têkilîya e-mail ya me, dikarin li ser navnîşana weşangerê bibînin.

Şêwirmendîya derûnî

Her weha em şêwirmendîya derûnî jî pêşkêşî mirovan dikin, kesên ku ji ber çi sedemê dibe bila bibe, nagihîjin cîhê terapîyê. (ji bo randevû wergirtinê, hun dikarin bi rêya e-mail li ser vê navnîşanê psy-counselling@gladt.de têkîlîyê bi me ra daynin) Ji ber ku daxwazeka pir bi hejmar heye, lîsteyek bendewariyê heye û ji wan kesan tika dikin ku bi sebir bin. Em hewl didin ku demeka zûtirîn randevûyek bidin we.

Perwerdeyî û karsazî

Ji destpêkê pê ve, perwerdehîya karûbar, grubên karsaz û polîtîk, ji bo GLADT babêtê pir gîrîng bû. Em xwedî hevûzek in, ku reş /PoC pispor, medyator û supervîsyorên, ku bi awayê înterseksîyonal hatine perwerdekirinê, tê da nin û dikarin mijarên jêrîn pêşkêş bikin:

  • Cinsîyeteka bi cûre cûre û jîyana zayendî, her weha bi mijarên koçberî, rev û olê ve girêdayî;
  • Enterseksîyonalîte;
  • Dij-nijadperestî û Critical Whiteness;
  • Pedagojîka dekolonyal;
  • Stratejîyên dij-tûndîtujî û dij-cûdakarîyê;
  • Bihêzkirina atolyeyan.

Bi vê ve girêdayî, perwerdahîya pêşketî ji bo pêdiwîya we û mijarên ku ji bo we girîng in, birêve dibe. Li ku derê, ku em nikarin bihev ra bixebitin, em rê nîşanê we didin. (Ger pirsên we hebin: info@gladt.de).

Çalakî

Ji bilî karûbarên şêwirmendîya me, tu dikarî çalakiyên me yê dî jî bibînî. Ji alîyek ve, komên me yên cihêreng ên vekirî û xwe-rêxistinkirî hene, ku bi awayeke rêkûpêk hevûdu dibînin.
Ji aliyê din ve, em her sal çalakîyên cûr bi cûr, wek mînak şevên fîlman, konferans, şahî bi rêva dibin. Em, di derbarên nîqaşên rojane, daxuyanî, gotar û bîrûbawerîyên xwe diweşînin û her weha weşanan jî derdixin (mixabin ev tenê bi zimanên Almanî, bi Înglîzî û / an jî bi Tirkî hene).

Hûn dikarin li ser Facebook, Instagram an jî di malpera me da, hemû agahdarîyan, kîjan komik hene, kîjan çalakî têne plankirinê, bi zimanê Almanî, Înglîzî an bi Tirkî, bibînin.

Pardarbûn!

Gelek awayên alîkarîyê hene, ku hûn dikarin bi GLADT ra piştgirîyê nîşan bidin û an jî bi xwe çalak bibin: Hûn dikarin ji alîyê aborî piştgirîyê bikin, li gel me karên dilxwazîyê bikin an jî li cem me stajek bikin. Ger hûn dixwazin, yek ji van babetan piştgirîya me bikin, bi tenê e-mailek ji me ra binivîsînin û em ê we di wê derbarê da agahdar bikin.

Aktivitäten

Wir setzen uns für Empowerment, Sichtbarkeit und selbstbestimmte Räume von und für Schwarze, Indigene und of Color queere Menschen ein. Alle unsere Angebote und Aktivitäten werden unter dem Motto “Gemeinsam füreinander” konzipiert und organisiert: